fredag 25 februari 2011

DÎNÊ ZERDEŞTÎ



Ew dînê îranî yê kevnare (ango yê Meda) û dînê Persa yê kevnare, li gorî navê Xwedayê xwe yê herî mezin Mazda, ”Xweda”, ew wek Mazdeî´sm (li gorî hin ewrûpayîyan) tê bi nav kirin. Di Avesta û di zimanê Avesta de, ew herdu gotin ji hevdu tên veqetandin (ango; Ahûra Mazda). Di ew kîtabeyên Axamenîdan (Haxâmanishiya) de û di zaravayên nû de, ew nav bi yek gotinekê tê nivîsandin; Ahûramazda. Yûnanîya wî navî kirin Ormuzd. Eynî dîn herweha li gorî kitêba xwe ya pîroz; wek Avesta jî tê bi nav kirin. Dîsa li dû pêxemberê xwe Zerdeşt ( bi yûnanî Zoroaster) û li gorî bawermendên xwe yê ku koçî Hindîstanê kirine, ew ên ku wek persan, parsîzim jî tên nas kirin.
Li gorî ew tradîsyona wê derê, teqrîben 600 sal berî Îsa Zerdeşt çêbûye. Di Avesta de qesîdeyên bi zaraveyekî kevnare hene, yên ku pêxember di wan de zêdetir zindî û kêm di cîyê xwe de sekinî û şematîk e, ji di ew nivîsarên li paşîya wê de. Ew (Zerdeşt) ji dil de li dijî tadekirina li heywana û serjêkirina qurbanan (li dijî qurbanên bixwîn) û li dijî ew jîyana koçberî a ne nîzamî û ya dizî, talan û tembelîyê bû. Ruhê heywanan gilî û hewar dikirin li ba ew milyaketên asîmana. Zerdeşt bibû alîkarê heywanan. Zerdeşet weaz didan, ku avakirina xanîyên sabit û hizûr û xebatek çê li ser çêregehan û xwedîkirina heywanan xizmeta rast a Xweda ye, û li gel kesîdeyan û ew kulta qurbanên bêxwîn. Di destpêkê de bi vî awayî peyda bûn ew hêjayîyên binirx û mezin. Ew xebat û ew kultur e, ya ku mazdeîzmê ji ew a paşvedîkî û pozbilindîya Hindîstanê ya li ser ew a dinyewî vediqetîne. Ew komên dijminane, yê ku pêxember xwedayên wan red dikir û ew atmosfera ji dijberîyên mezin, berdewamîya têkoşînê li ser ew ên dîndar ferz dikir, ya ku ew parçeyek e ji ew cenga cîhanî, ya di navbera Ahûra Mazda û ruhê wî yê asîmanî de Vohu Mano, ”Hestên baş”, Asna (Arta) Vahishta, ”Dîndarî”, û hwd li alîyekî û Drug, ”Derew” (yên ku herweha qiral Dara jî di kîtabeyên xwe yên mezin yên li Bagistan de, gazina ji derewkeran dike), bi parêzgerên xwe re (ango yên ku derewan diparêzin) li alîyê din. Nîşaneya hevbeş ji bo ew ruhên decalî daeva deva, ne û hevalbendên wan weke ”devadyrkare” ”yên ku daeva dihebînîn” tên bi nav kirin, li hemberî ”mazdadyrarna”, yanî li hemberî yên ku Ahûra Mazda dihebînin. Pêxember herweha hêvîya alîkarîyê ji ew milyaketên li asîmana dike, yên ku li dora Xwedê ne, lê dîsa jî ew ên ha ji bo wî Xwedayê bê mîsal bixwe bûn, yê ku xwe ji bo pêxember îfşa kiribû. Û herwehw, di rastîyê de zora pirxwedayî tê birin. Pêxember li darê dinyayê ji tersê wê yekê re bibû şahid, ya ku dînê xwezayî wê nas nakin, ji ber ku Ahûra Mazda û ”Derew”, an jî, dawîyê ew wek Anra Maînyû (Ahrîman), hate bi nav kirin ”Ruhê xerab” (ruhê nedost), ne nîşaneya tersî xwezayî ya navbera ronahî û tarîtîyê ye. Xwedê li ser text şewq dide, û qula Derewê tarî ye û bêhna genî jê tê. Lê dijîtîya di navbera wan de, di eslê xwe de dijberîyek exlaqî û rîtual e, ya di navbera qencî û xerabî, di navbera paqijî û nepaqijîyê de ye. Ji destpêkê de şer di navbera wan de peyda bibû. Di wê cengê de tu kes nikare bêalî bimîne, divê hemû qerara xwe bidin ”mêr bi mêr”. Hê ji destpêkê ve qerara netîcê hatiye dayin. Piştî mirinê ew ê derewker êş û ezabên xwe li ba Pira Cînvat (Tjinvatbron) (pira selatê) bikşînin. Pira ew ên mirî, berî ku ew bikevin qula derewa; xizmetkarê Xwedê bi awayê ”herî baş” (li cinetê) tê pêşwazî kirin. Mala Wî ya li asîman, ew cîyê ku hê di jîyanê de wan qesîdeyên xwe biribûn wirê. Bi ew heyfhilanîna piştî mirinê re, pêxember serketinek tayînker îlan dike, di wê demê de, di ”roja qiyametê de” (di axirê zeman de), wê gava ku ”ew artêşên bihêrs û xezeb tên hemberî hev”. Ev a ku di nêzîk de li benda armanca dawî ji bo pêşveçûna cîhanê wek ”ew tiştê mezin” tê bi nav kirin, ”ew xebata mezin”, ew cîyê ku ew ên dîndar dê beşdarî lê bikin. Xîreta ji bo karê bifeyde, ew bawerîya pêxemberî ya bi Xwedê, ew dijberîya exlaqî a li dinyayê û wê gavika armanca dawî ya dîrokê, ew a herî balkêş teşkil dike di weazên Zerdeşt de. Di destpêkê de bi tenê û xemgin, bi dû re wî alîkarî ji Key Vîştaspa (Visjtaspa, Hystaspes) sitend.
Ji wê demê û pêde, ew bawrîya Mazda a ji teorîya pêxember bû bawerîyek qanûnî ya îlahî û bû pêşveçûnek ji bo ilimdaran. Her ku diçû, hîn bêtir ji dînê gel tê de dihate bi cî kirin. Bawerîya Mazda di sedsala 3yan piştî Îsa de, bû dînê dewletê di dema Sasanîyan de. Ew nivîsarên pîroz, yên ku Îskender xera kirin, di wê demê de hatin berevkirin û zêdekirin. Parçeyên ku ji Avestaya Sasanîya in li cem me tên parastin. Di nav wan de kitêbek tam heye, ya ”Qanûna dijî decala” (Vendîdad) û ya ku naveroka wê li ser qanûnên paqijîyê ne. Naveroka bawerîya (Eşhed) dînê Zerdeşt welê ye: ”Ez xwe wek bawermendê Mazda dinasim, şagirtê Zerdeşt, dijminê decalan, îtaetî qanûna Xwedê dikim”. Di ew têkoşîna rojane ya li dijî decalan de, tu tiştek ji paqijîyê ne girîntir e. Divê mirov ew elementên paqij ne lewitîne. Bi vê hincetê bo nimûne Avesta dide zanîn, ya ku hê jî li ba Persa tê bi kar anîn, ku ew piştî mirinê wan cesedan mirî ji bo xwarinê datînîn ber teyrên goştxwir, bikaranîneke hişkeberê, pirîmîtîv, ya ku wekî din ew li ba qismekî ji êlên koçera û hin êlên din, yên xwedî sitauyek kêm peyda bibû. Divê erd bi rêya gorkirinê neyê lewitandin û agir jî ne bi rêya mirîşewitandinê. Alimê dînî di dema qurban kirina bêxwîn de, kevnikek piçûk dide ber dev û pozê xwe ji bo ku ew agirê pîroz qirêjî neke. Herweha kûçik û çelek jî pîroz in. Li gorî qanûna; ew ê ku kûçkekî bikuje cezayê dijwartir digre, ji ew ê ku însanekî bikuje. Divê goştê dewaran qet neyê xwarin. Qerarên pir bidetay di derheqê qaîdeyên nepaqijîya cesed de tên dayin. Ger ku kesek ew fermanên paqijîyê, yên tevlîhev binpê bike, divê ku ew cezayê xwe bikşîne. Di nav awayên paqijîyê de miza çêleka (kourin) rolek mezin dileyîze. Tiştê balkêş ew e, ku di nav awayên bikaranîna ceza kirinê de, ne bi tenê lêdana ji ”metodên îtaetkirinê”, ”bi qamçîyê hespa lêdan” yên bêfeyde tên bikaranîn, lê belê yên wek mîna; çêkirina pira, kuştina heywanên bizerar, paqij kirina kûçkekî û têrkirina yên biçî jî tê bikaranîn. Avesta pir zêde giringîyê dide karê çandinî û dewara û slûkê red dike. Di dînê me de (xiristîyanî), û di nivîsarek dema dawî de tê diyar kirin, ku mirov rojî digre lê ne ji xwarinê, lê belê ji gunehan. Xwe bixwe ezab kirin û xwe bi tememî ji zewqê bi dûr xistin, ya ku li cem hindîya, yên ku ji nêz ve merivê îranîya ne û li hin cîyên din wek rê vekirina bo hesreta xelas kirinê tên dîtin, ji alîyê Avesta ve ew yek weke karê decalî tê dîtin. Lê belê bi rêya ziwakirin û avdana parçekî ji çolê û bi halet cot kirina li wê derê, ew e tokêşîna li dijî hêzên xerab. Ew ên zindî alîkarî ji ruhê ew ên mirî distînin, fravaschi (binêre d. o.), yên ku dikin ku erdê qeşemgirtî bihele, ji bo ku av biherike û şênkayî şîn bibe, û alîkarîyê bike ji bo dayika ku ew zaroka binin, hêzê dide ew mêrên ku cengê dikin, yên ku di cengê de alîkarîyê dixwazin û bibin alîkar bo Xwedê, da ku li cîhanê hikum bike û milyaketên li asîmana li dijî êrîşên decalan têxe heraketê. Lîsateya wan fravaschîyan, yên ku ji alîyê ew mala pîroz ya zerdeştîyan ve tên pîroz kirin, ewlîyayên dînê Mazda, berî û pîştî pêxember cî digrin, heta ku ew hersê xelasker bên, yên ku berî roja qiyametê (axirê zeman) mirov li bendê ne. Di wê lîsteya welîyan de hertim mirovên welê tê de cî digrin, yên ku bi xizmeta xwe û bi temamî layîqî cemaetê û feqîrê wê ne.
Piştî mirinê ruhê ew ê dîndar sê şeva nêzîkî serê wî dimîne, bi qewl gotinên li ser bextîyarîyê. Piştî şeva sisêya bi şeveqê re ew leqay horîyek hêja û bedew dibe, ya ku wî yeka weke wê qet nedîtîye. Ew horî ji dîndarîya ew ê mirî hatiye wicûdê (mikafata emelê salih e). (Li helbesta V. Rydberg ”Yê ku kûr difikire”, binere). Niha bi rêya ew hersê cinetan ruh bilnd dibe: fikira Baş, gotina Baş, kirina Baş a di nava ew ronahîya ebedî ya di gerdûnê de. Li wirê ew ji alîyê muminan ve tê pêşwazî kirin û ji alîyê Xweda ve û ew bi rûnê nivîşk yê biharê tên îkram kirin. Lê belê ruhê ew ê gunehkar li dora serê wî dike vize viz, bi kişandina qêrîn û nalîna ezab, leqay bîresêrek qebîh dibe, ya ku jiyana wî ya dînî tîne wicûdê, û ew bi rêya fikira Xerab tê; gotina Xerab û kirina Xerab a di ew îqametgeha tarîtîyê ya ebedî de. Lê belê ew ê gunehkar wê heta bi hetayê di cehenemê de nemîne. (Li Eskatologî, sp. 827 ff. binêre).
Piştî ew dagirkirina mihemedî a di sala 642yan de, teolojîya bawerîya Mazda demek kemilandîy din jî derbes kiriye. Lê qismek ji bawermendên bawerîya Mazda koç kirin û di dawiyê de çûn Bombay û derûdorê Hindîstanê. Li wirê bi qasî 100 000 can hene, ew hem ji merivên bazirganan, yên pir dewlemend û hem jî ji xelkên karker pêk tên. Heta niha jî hê li wê derê alimên dînî ayînê dikin, li ber ew nivîsarên pîroz, ji bo ew qurbanên rojane yên vexwarinê û yên nebatan. Li Persiya du kom dimînin û bermayîya belav dikin, herdu kom bi hevdu re bi zorê bi qasî 10 000 hene.

Lîteratur:

E. Lehmann, ”Zarathustra” (2 dlr, 1899, 1902)
A. V. W. Jackson i ”Grundriss der iranischen philologie”
II (1904), Rastamji Edulji D. P. S., ”Zarathustra” (1906)
Och de af N. Söderblom utg. ”Främande religionsurkunder” II, 2 (1908) N. S.

Çavkanî:

Nordisk familjebok / Uggleupplagan
17. Lux – Mekanik (1912)
Rupel: 1343, 1344, 1345, 1346
http://runeberg.org/nfbq/0703.html

Wêne: Google Înternet

Werger ji siwêdî: Key Xusre